Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala Babilî Aşûrî
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala Babilî Aşûrî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêviya ewe dixwazim, serê sala nû destpêkeke nû bê ji bo xêr û xweşî û bereket û belavbûna aştî û tebayî li navçeya me û hemû cîhanê da.
Li vê helkeftê de ewe ji bo xuşk û birayên Kildan Siryan Aşûrî û hemû pêkhatên dinê Kurdistanê dûpat dikim ku mirovayetî me kom dike û çarenivîsa me hemûyan û xweşî û nexweşî me bi pêkve girêdaye. Ji bo wê yekê pêwîste em hemû dest bidîn çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyî û wê dewlemendtir bikîn.
Hêvîdarim hemû cejn û helkeftan bi aramî û bextewerî û xweşiyê da bikîn.
Mesûd Barzanî
31.03.2022