Amûdê .. PDK-Sê û P.D.P.K.S civiyan

Amûdê .. PDK-Sê û P.D.P.K.S civiyan

PDK-S: Roja Şemiyê 03. 04. 2022, û li ser daxwaza Partiya Dîmqrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê P.D.P.K.S şandeke ji rêxistina Amûdê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê seredana ofîsa Pêşverû li Amûdê kir, û herdû alî li hev civiyan .

Di civînê de Hesen Remzî endamê komîta navendî ya PDK-Sê behsa girngiya civîn û hevdîtinên navbera tevgera kurdî kir .

Herweha ji aliyê xweve Seîd Hiso berpirsê rêxistina Amûdê ya P.D.P.K.S behsa girngiya van hevdîtinan navbera Partiyên Kurdî de kir , û herdû aliyan tekezî li ser berdewamiya lidarxistina hevdîtin û civînên bi vî rengî kirin.