NY hejmara kuştî û penaberên Ukraniyayê belav kir

NY hejmara kuştî û penaberên Ukraniyayê belav kir

PDK-S: Netewên Yekgirtî eşker kir, ku bi sedema berdewamiya şerî navbera Rûsya û Ukraniya de bi melyonan Ukranî keçberî welatên cîran bûne .

Komisyona penaberan ya bi ser Netewên Yekgirtî di daxuyaniyekê de amarên şerê Rûsya û Ukraniya û kirîza penaberan ji destpêka êrîşa Rûsya bo ser Ukraniya ta roja îro belav kir.

Li gorî daxuyaniyê ji 24 Sibatê û ta 2ê Nîsanê bi giştî 4 melyon û 176 hezar û 401 kes ji Ukranyayê penaberî welatên cîran bûne .

Komisyona mafê mirovan ya bi ser Netewên Yekgirtî jî dibêje ji despêka şerve heta niha herî kêm 1417 kesê sivîl canê xwe ji dest dane û 2038 kesê sivîl jî birîndar bûye, û da zanîn eger heye hejmara kesên canê xwe ji destdane û birîndarbûne gelek ji vê jimarê zêdetir be .