Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Qiyame

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Qiyame

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Qiyame
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.

Hêvîdarim ev helkeft bibê sedema kûrtirbûna çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî û aramî û nehiştina hizra terorê û tundiyê. Her wiha xuşk û birayên Krîstiyan û hemû pêkhatên olî û neteweyiyên dinê li Iraq û navçeyê bi aştî û azadî li gel hevdû da bijîn.

Cejna we pîroz bê û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo dixwazim.

Mesûd Barzanî
16.04.2022