Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Emmanuel Macron dike

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Emmanuel Macron dike

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Emmanuel Macron kir, bi boneya dubare hilbijartina wî wek Serokê Fransayê.

Mesrûr Barzanî peyama xwe li hejmara xwe taybet a tora civakî “Twitter” arasteyê Macron kir û nivîsî: “Germitirîn pîrozbahî bi boneya dubare hilbijartina we dikin.”

Herwiha tekez kir: “Çavê me li wê ye bi hev re kar bikin, ji bo berdewamiyê bidin dostaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê.”

Îro gera duyem a hilbijartina Fransayê birêve çû û li gor encamên destpêkê, Macron bi rêjeya % 58 a dengan bi dest xist û bi ser rikabera xwe Marine Le Pen ket.