Hewlêr... Şandeke PDKê seredana Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir

Hewlêr... Şandeke PDKê  seredana Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir

PDK-S: Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê seredana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlêrê kir, û jimarek babet û mijar gotûbêjkirin .

Li rêkefta 24 Nîsanê şandek ji ofîsa peywendiyên derve ya PDKê ku ji her yek ji Rizgar Hemîd berpirsê beşê peywendiyên Herêmî û Xidir Kerîm Mihemed berpirsê beşê rêxistinên Navdewletî pêk dihat seredana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kir, û ji aliyê serokê nûneratiyê diktor Kawa Ezîzî û jimarek endamên nûneratiyê pêşwazî li wan hate kirin .

Di civînê de herdû aliyan behsa rewşa siyasî li deverê bigiştî û ya kurdî bi taybetî li ser asta navdewletî û herêmî kirin , herweha şanda PDKê şewtandina ofîsên ENKSê û Partiyên bi serve li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê mîlîsên PYDê îdane û şermezar kir .

Di heman civîna xwe de herdu aliyan bi hûrgulî li ser rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin rawestiyan û tekezî li ser danîna programekî hevbeş ji bo xizmeta penaberan û çareserkirina pirsgirêkên wan kirin.