Qamişlo .. Xwecehiya Serê Kaniyê ya ENKSê civîna xwe ya normal li dar xist

Qamişlo .. Xwecehiya Serê Kaniyê ya ENKSê civîna xwe ya normal li dar xist

PDK-S: Encûmena xwecehiya Serê Kaniyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê civîna xwe ya asayî lidar xist û serokekî nû ji xwe re hilbijart.

Roja Duşemê 30 Golaa 2022a, li nivîsgeha encûmena rojavayî Qamişlo ya ENSKê , xwecehiya Serê Kaniyê ya ENKSê civîna xwe ya asayî lidarxistin û têde jimareyek mijarên girêdayî bi rewşa rêxistinî û siyasî gotûbêjkirin .

Di civînê de e amadebûyan bi hûrgulî li ser dawîn pêşhateyên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, pêşveçûnên deverê bi giştî , û gefên Tirkiyê derbarê encamdana operasyoneke leşkerî nû bo ser Rojavayê Kurdistanê rawestiyan.

Û di dawiya civînê de Ebidulrehman M'ê wekû serokê nû ji encûmena xwechiya Serê Kaniyê ya ENKSê ji aliyê endamên xwecehiyê ve hate hilbijartin