Encûmena Xwecehiya ENKSê li Dêrikê civîna xwe ya normal lidar xist

Encûmena Xwecehiya ENKSê li Dêrikê civîna xwe ya normal lidar xist

PDK-S: Encûmena xwecehiya Dêrikê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê civîna xwe ya normal lidarxist û hejmerek mijarên girêdayî bi rewşa rêxistinî û siyasî gotûbêjkirin.

Roja Duşemê 30 Gulana 2022an, encûmena xwecehiya Dêrikê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bi beşdariya piraniya endamên xwecehiyê civîna xwe ya normal lidarxist, û têde hejmerek mijar û babetên girêdayî bi rewşa rêxistinî û siyasî û dawîn pêşhateyên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêşveçûnên deverê bi giştî kir.