Rewangeha Sûriyê : 111 sivîl ji ber paşmayên şer canê xwe ji dest dane

Rewangeha Sûriyê : 111 sivîl ji ber paşmayên şer canê xwe ji dest dane

PDK-S: Li gundewarê Dêra Zorê di encama teqîna bombeyekê ji paşmayên şer jimareyek zarok birîndarbûn .

Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragehand, ku li bajarokê Elşihêl li rojhilatê gundewarê Dêra Zorê bombeyek ji paşmayên şer teqiya û di encamê de 8 zarok bi giranî birîndarbûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin .

Li gorî amarên rewangehê bi vê teqînê hejmara qurbaniyên teqînên mayn û bombeyên çandî ji paşmayên şer ji destpêka çileya îsal ve û ta roja îro gehiştiye 111 kesî ji wê hejmarê 6 jin û 46 zarokin , serbarî birîndarbûna 135 kesên din .