Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala nû ya zayînî
Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala nû ya zayînî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serê sala nû ya zayînî germtirîn pîrozbahiyê li welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Evê helkeftê bi derfet dizanim ku tekez li peyama aştîxwazane û çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê bikim. Gelê Kurdistanê herdem bawerî bi aştî û birayetiyê hebûye û xwazyarê eweye kêşe û giriftan li rêya diyalog û bi zimanê hevdû têgihiştin û dûrketina ji hêrs û înkariyê bêne çareser kirin.
Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî em bawerin niha derfeteke nû ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê li holê daye û bi hemû şiyanek ve piştgîriyê li bi cîhkirina wan rêkeftinan dikîn ku li navbera aliyên siyasiyên Iraq û her wiha li navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ve hatine bestin.
Ew çaverêyî heye ku li qonaxa paşerojê de hengavên hikûmet û proseya siyasiya Iraqê li çarçêweya destûr û bi berev berjewendiyên gelên Iraq û her wiha berçavgirtina prensîpên hevbeş û hevsengî û li hevkirinan da bê.
Li dawiyê de hêviya ewe dixwazim sala nû, sala xweşî û bexteweriyê bê ji bo hemû welatiyên Kurdistan û Iraqê û aştî û tebayî ji bo navçeya me û hemû mirovayetiyê pêkbê.
Mesûd Barzanî
31.12.2022