Qamişlo... PDK-Sê dê 65mîn salvegera damerzrandina xwe vejîne
PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê vexwendinek ji bo beşdariyê di helkefta 65mîn salvegera damezrandina xwe de li bajarê Qamişlo belav kir, û daxwaz li cemawerê kurd kir beşdariyê bikin.
Li gor vexwendina Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, bi helkefta 65mîn salvegera damezrandina PDK-Sê dê ahingek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin roja Sêşemê 14 Hezîranê demjimêr 6 êvarê li baregeha Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê li paş benka Ode li Qamişlo destpê bike.