Emerîka: Pêwîste Dadwerî li Sûriyê were bicîkirin

Emerîka: Pêwîste Dadwerî li Sûriyê were bicîkirin

PDK-S: Alîkara wezîrê derve yê Emerîka bo karûbarê Rojhilata Xwarê dibêje rêveberiya Baydin pabende bi sepandina dadweriylê û lêpirsînê.

Balyozxaneya Emerîka li Şamê got, ku Barbara Leaf alîkara wezêrê derve yê Emerîka bo karûbarê Rojhilata Xwarê dibêje, ku aştî û berqerarbûna berdewam li Sûriyê dirust nabe bê ku dadwerî bo gelê Sûriyê were bicîkirin .

Herweha balyozxaneya Emerîka li ser zarê Barbara got, ku Emerîka wê berdewam be di bicîkirina dadwerî û lêpirsînê de drebarê tawanên ku rêjîma Esed encam dane.