Daxuyaniya ENKSê bi boneya derbasbûna 7 salan bi ser Komkujiya Şeva Xedrê

Daxuyaniya ENKSê bi boneya derbasbûna 7 salan bi ser Komkujiya Şeva Xedrê

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek derbarê heftemîn salroja komkujiya Kobanê ku bi şeva xedrê tê naskrin belavkir.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di daxuyaniya xwede got, ku xelkê Kobanê li ser dengê fîşek û hawarê rabûn, ku di encama komkujiyê de bi sedan şehîd ketin , û bihtira wan ji sivîlan bûn, û ev tawan bixwe dikeve çarçoveya tawanên cînosaydkirinê.

ENKSê got piştî derbasbûna 7 salan ji komkujiyê hîna rastiya encamdana komkujiyê ne zelale, û tu vekolînek nehatiye kirin, û pirsiyar ewe, ku çawe otombêlên leşkerî û girûpên çekdar derbasî nava Kobanê li gel çekên xwe bûn, û ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve nehatine armanckirin.

Herweha ENKSê got, ku çawe ew girûpên çekdar derbas bûn û bajar dibin desthilatdariya PYDê debû, û PYDê bixwe berpirsyaretiya parastina ewlehiya welatiyan dibîne.

Di dawiya daxuyaniya xwede Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê bi tundî tawana şeva xedrê îdane kir, û PYDê berpirsiyar dibîne diber eşkerekirina rastiyan de , û ENKSê got, em bo cemawerê xwe tekez dikin ku rastî wê rojekê ji rojan eşkere bibe.