Şandeke Leşkerê Roj serdana ofîsa PDK-Sê li Domîz kir

Şandeke Leşkerê Roj serdana ofîsa PDK-Sê li Domîz kir

PDK-S: Şandeke pêşmergeyên leşkirê Roj bi serokatiya Emîd Dilovan Robarî fermandarê Leşkirê Roj serdana ofîsa Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê li kampa domîz kir, û ji aliyê Mihemed Elî Ibrahîm endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê ve pêşwazî lê hate kirin.

Di çarçoveya serdanê de Emîd Dilovan Robarî tekezî li ser pabendiyê bi xizmeta kurdayetiyê ji bo rûbrûbûna tevaya rêgiriyan kir, ku di rwê daxwaz û hêviyên kurdan de radwestin.

Dilovan Robarî tekezî li ser giringiya Leşkerê Roj kir, û got ku Leşkerê Roj bûye hêzeke gelek bi bandro û erkê Leşkrê Roj parastina ewlehî û seqamgêriya Kurdistanê ye.

Û ji aliyê xweve Mihemed Elî Ibrahîm tekezî li ser rola pêşmergeyên Leşkerê Roj di bervanîkirinê de diber xaka Kurdistanê de kir .