PDK-Sê peyameke pîrozbahiyê arasteyî serok Barzanî kir
PDK-S: Bi helkefta hatina cejna Qurbanê Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê peyameke pîrozbahiyê arasteyî serok Barzanî kir .
Di peyama pîrozbahiyê de, PDK-Sê pîrozbahî arasteyî serok Barzanî , serkirdayetî , endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê û malbatên serblindên şehîdan û pêşmergeyên qeherman kir.
Herweha di peyama pîrozbahiyê de Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê hêviya xweşî û şadiyê bo serok Barzanî û gelê Kurdistanê xwest, Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê tekezî li ser pabendibûnê bi rêbaza Barzaniyê nemir kir ta ku gelê me mafên xwe bi destvebîne.