Siûd Elmela: PYDê şikest di her warekî de anî

Siûd Elmela: PYDê şikest di her warekî de anî

PDK-S: Di lêdwanekê bo rojnameya Şerq Elewset de, serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, û sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê, Siûd Elmela behsa gelek mijar û babetan û pêşhateyên dawiyê nexasim gefên Turkiyê ji encamdana operasyoneke leşkerî nû serbarî kiryar û reftarên PYDê hewreha kar û kedên wan weke ENKSê ji bo dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê û doza kurdî li Sûriyê re kir.

Serokê ENKSê derbaê gefên Turkiyê bang li her yek ji Emerîka û Turkiyê kir ku kar li ser rawestandina gefên Turkiyê û destêwerdana leşkerî di deverê de bikin, ji ber ku dê bêtir pirsgirêkan biafrîne, dê bibe barekî din ji kirîza Sûriyê re, herweha êş û derdeseriya welatiyên Sûriyê bi giştî dê zêdetir bike bi taybet li ser şêniyên deverê.

Li ser kar û xebata ENKSê, serokê encûmenê amaje bi wê yekê kir, ku ew weke ENKSê di tekoşîn aştiyane û gurkirina kedên dîplomasî di rêya peywendî bi alî û welatên bibandor di doseya Sûriyê de berdewam in, da ku metirsî were jinavbirin, û çareseriyek ji doza kurdî li Sûriyê û kirîza Sûriyê re were dîtin.

Serbarî van her du mijaran Siûd Elmela li ser kiryar û reftarên PYDê di deverê re rawestiya û got ku êdî ne veşartî û ji her kesekî ve zelal e ku desthelatdariya dîfakto wate rêveberiya PYDê ji ber destdanîn û desteserkirina ser her warekî de, şikest anî û nikarîbû hêsantirîn pirsgirêkekê ji dabînkirina derfetên kar û bêjiwa rojane dûr ji pawankariya siyasî û aydilocî, çareser bike.

Di dawiya daxuyaniya xwe de serokê ENKSê Siûd Elmela û sekreterê PDK-Sê ji bo rojnameya Şerq Elewsat weha ragihand ku ji ber siyaseta PYDê ya ne berpirsiyarane di rêya birîna sûtemeniyê û bilindkirina nirxê wê û firotina tovên çandiniyê bi nirxên bilind û nedabînkirina piştevaniyê ji hezaran malbatan re, hişt ku bandorek mezin li rewşa abûrî, ewlehiya xwarek, peydakirina pêdiviyên jiyanê û seqamgîriya deverê bike.