Mesrûr Barzanî: Topbaran zêdegavî ya li havîngeha Zaxo ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikim

Mesrûr Barzanî: Topbaran zêdegavî ya li havîngeha Zaxo ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikim

PDK-S: Roja Çarşemê 20.07.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, topbarana zêdegavî ya li havîngeha Zaxo ji aliyê hêzên Tirkiyê ve ku bû sedema gelek kesên sivîl bibin qurbanî, bi awayê herî tund ez şermezar dikim.

Serokê hikûmetê di zincîre twitekî de derbarê êrîşa îro ya Tirkiyê li ser sînorê havîngeha Zaxo de nivîsand, ‘’Êrîş kirina ser xelkê sivîl ti bahaneyekî wê tine ye.’’ Bûyerên waha gelek caran dubare dibin, ji ber wê jî divê êrîşên waha rawestin. Em li gel hikûmeta federal di hemahengiyê de ne ji bo encamdana lêkolînên hûr û berfireh.’’

Mesrûr Barzanî dibêje, Herêma Kurdistanê berdewam ji bo şerê navbera Tirkiyê û PKKê tê rakêşandin, ku ziyan û êşekî zêde gehandiye hemwelatiyan û divê êdî bi dawî bê.

Serokê Hikûmetê di dawiyê de jî hevxemiya xwe li gel kesûkarên qurbaniyan ragehand.