Serokatiya ENKSê armanckirina Turkiyê ji sivîlan re li Zaxo bi tundî şermezar kir

Serokatiya ENKSê armanckirina Turkiyê ji sivîlan re li Zaxo bi tundî şermezar kir

PDK-S: Roja 21ê Tîrmeha 2022yan, Desteya Serokatiya ENKSê êrîşa Turkiyê li ser havîngeheke Zaxo bi tundî şermezar kir, û bang li her aliyekî kir ku rêzê li xak û serweriya Herêma Kurdistanê bigirin.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuyaniyeke şermezariyê de got: Roja Çarşemê 20î Tîrmeha 2022yan, yek ji havîngehên Zaxo li parêzgeha Duhokê rastî êrîşeke Turkiyê hat, ku di wê demê geştiyarên ji her devereke Îraqê li wir bûn, û bêhinvedana xwe derbas dikirin. Di encama wê êrîşê de 9 welatî şehîd bûn û zêdetirî 20 kesan birîndar bûn, ku ew tawan dibe tawaneke zêde ji yên ku xelkê sivîl li deverên sînorî, ji ber operasyonên leşkerî navbera Turkiyê û PKKê de rastî tên, serbarî destdirêjiyên berdewam li ser serwerî û xaka Herêma Kurdistanê.

Desteya Serokatiya ENKSê da zanîn: ENKSê hevdemê ku vê tawana ku kesin bêguneh, ewlekariya herêmê û demsala geştûguzariyê armanc kiriye, şermezar dike, di heman demê de bang li her aliyekî dike ku rêzê li xak û yasay Herêma Kurdistanê bigirin, û nakokiyên xwe ji xaka herêmê dûrbixin, herweha bang li hikûmeta Îraqî dike ku bi erk û berpirsiyaretiya xwe di parastina herêmê û ewlekarî û welatiyên wê de rabe.

Di dawiya daxuyaniya xwe Desteya Serokatiya ENKSê sersaxî ji hikûmeta herêma Kurdistanê re xwest û hêvî kir ku bilez birîndar çareseriya xwe bibînin.