6 sal li ser şehîdbûna 3 Pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin

6 sal li ser şehîdbûna 3 Pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin

PDK-S: Di 14ê heyva Tebaxa sala 2016an de 3ê ji Pêşmergeyên Leşkerê Roj di şerê rêxistina DAIŞê ya terorî de li Eniya Xazir li Herêma Kurdistanê şehîd bûn.

Her yek ji şehîd Ibrahîm Hemze Ferho ji bajarê Qamişlo û Hebîb Qedrî Mihemed ku ew jî ji bajarê Qamişlo ye herwiha Seîd Ibrahîm Hemze ji gundê Meşûq yê Tirbesipiyê ye di roja Yekşemê li herdu Eniyên Xazir û Giwêr de şehîd bûn.

Di merasîma bixaksipartina şehîd Hebîb Qedrî Mihemed çekdarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê bêrêziyek mezin di merasîmên pêşwaziya cenazeya Şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî Mihemed kir.

Dema derbasbûna cenazeya Şehîd Hebîb Qedrî ji dergehê Sêmalka ji bo Rojavayê Kurdistanê di 15ê Tebaxa sala 2016an de bi hezaran ji welatiyên Kurd ji Sêmalka ta Qamişlo ji bo pêşwaziyê li cenazeya Şehîdê ku di ber xaka Kurdistnê û rûmeta Kurdan de Şehîd ketî kom bûn lê çekdarên PYDê dest bi dirûstkirina astengiyan kirin û bi şêweyekî istivzazî rê li ber derbasbûna cenazeya li devera Xana Serê ya bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve kirin û gule jî bi asman de berdan ji ber vê yekê beşdarbûyên cenazeyê li ser milên xwe ew cenaze helgirtin û gund bi gund ta gihiştin bajarê Qamişlo herwiha di wê rojê de çekdarên PYDê otombêla ku cenazeya Şehîd heldigre revandin ji bo wê yekê gelek demijêran dirêj kirin ta gihişt Qamişlo .

Çekdarên PYDê herwiha rê nedan cemawerên girs li gel cenazeya Şehîd bimînin bi riya rêbendên xwe li dergehên bajarok û bajaran herwiha beşdarbûyên merasîmên hatina cenazeya Şehîdê Pêşmerge rastî gotinên bêrêz hatin û Çar Serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya û hijmarek çalakvan û ciwan û rojnemevan jî hatiun girtin û piştî merasîmên bi xak sipartinê jî bi dawî hatin çekdarên PYDê Serkirdeyê Partiya Yekîtî Kurd li Sûriyê girtin .

Bi Dehan ji Pêşmergeyên Roj li Herêma Kurditanê di şerê rêxistina DAIŞ û Heşida Şebî de şehîd bûne û di wan şeran de destanek afrandin û xwe li ser erdê sepandin û çesipandin.