Şandeke P.D.P.K.S sersedana nivîsgeha PDK-Sê li Dêrikê kir

Şandeke P.D.P.K.S sersedana nivîsgeha PDK-Sê li Dêrikê kir

PDK-S: Şandeke ji Partiya Dîmoqratî Pêşverû ya Kurd li Sûriyê roja Çarşemê 24. 08. 2022, seredana nivîsgeha Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê li bajarê Dêrikê yê rojavayê kurdistanê kir.

Şanda pêşverû bi seroketiya endamê ofîsa siyasî Ebas Henîfê , endamên komîta navendî Osman Mihemed , Hesen Cindî û Mistefa Henîfê pêk dihat.

Û ji aliyê endamê polîtbîroya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed û endamên komîta navendî Ebdulrehman Qasm , Hisên Silêman û Perîxan Dawd pêşwazî li şanda pêşvero hate kirin, herdu aliyan behsa rewşa siyasî û aborî û gefên ku rastî li Rojavayê Kurdistanê tên kirin bi taybetî behsa pêla penaberiyê û xirabûna rewşa xizmetgozariyê li tevaya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê hate kirin .