Dr. Ebdulhekîm Beşar semînareke cemawerî li Kampa Dara Şekran li dar xist

Dr. Ebdulhekîm Beşar semînareke cemawerî li Kampa Dara Şekran li dar xist

PSK-S: Diktor Ebdulhekîm Beşar endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê û cêgirê serokê Itlafa Niştîmanî semînareke cemawerî siyasî li kampa Dare Şekran a penaberan li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Di semînara xwe de Diktor behsa dawîn pêşhateyên siyasî li Sûriya û rawestandina piroseya siyasî kir,û li ser peywendiyên di navbera Kurdan û Opozisyonê de bi taybetî peywendiyên ENKSê rawestiya , û tekez kir ku nûnerên ENKSê di nava Itîlafê de cihê xwe digirin, û li ser mêza danûstandinan de li Cenêv û formên Navdewletî yên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyê de beşdar dibin ta ku di avakirina Sûriya nû de alîkarbin û mafên Kurdan yên Netewî bi parêzin .