Şandeke PDK-Sê beşdarî di şîna Xalîde El-Mele de kir

Şandeke PDK-Sê beşdarî di şîna Xalîde El-Mele de kir

PDK-S: Di yekem roja merasîmên şîna Xalîde El-Mele de hejmarek ji serkirde û endamên Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê û partiyên ENKSê ku li pêş mala wê li devera Hevalan li Hewlêrê bi rêve diçe beşdarbûn.

Di encama kirîzeke dil de Xalîde Ebidelzîz El-Mele hevjîna kesayetîya niştmanî Fêsel El-Mele û xesûya Pîran Dorsin birêveberê radyoya Rêbaz roja 05. 09. 2022, koça xwe ya dawî kir, û li goristana Kesnezan ya rojhlatê Hewlêrê bi xakê hate spartin.

Xalîde El-Mele xelka kundê Tilêlûnê yê bajarê Dirbêsiyê ye, jidaykbûya sala 1969an, Dayka çar zarokan ne, Ji 2013an ve li gel malbata xwe penaberî Herêma Kurdistanê bûye.