6 ji Kurdên Efrînê bi destê rêjîma Sûriyê şehîd bûn

6 ji Kurdên Efrînê bi destê rêjîma Sûriyê şehîd bûn

PDK-S: Malbateke ji derbderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê dema berê xwe ji Helebê didan herêma xwe rastî guleya sêxoriya rêjîma Sûriyê hatin di encamê de 6 şehîd bûn û hijmarek birîndar bûn.

Rêxistina mavê mirovan li Efrînê ragehand, ku roja Înî dema malbateke kurd berê xwe ji gundê Til Cibîn yê derdora Helebê didan Efrînê rastî guleya rêjîmê hatin di encamê de 6 şehîd bûn û hijmarek birîndar bûn.

Li gor heman rêxistinê, ku ji kesên birîndar hatine naskrin yek ji malbata Menan Hemade ji gundê Qitmê yê navçeya Şera herwea welatiyekî bi navê Şêxo ji gundê Baflûnê li gel hevjîn û zarokên xwe birîndar bûn .

Rêxistinê got , ku ev ne cara yekê ku kurd ji aliyê rêjîmê ve têne armanckirin û rêgirî li çûna wan ji bo Helebê tê kirin herweha PYDê jî dibe sedema rêgiriyê ji derketina derbderên Efrînê ji nav kampan ji bo Helebê û Efrînê da, ku li cem xwe bihêln û bibe bihaneya wergirtina alîkariyên madî û mirovî.