Said Omer Cejina Remezanê li gelê Kurdistanê pîroz dike

Said Omer Cejina Remezanê li gelê Kurdistanê  pîroz dike

PDK-S: Berpirsê fîsa Peywendiyên Niştîmanî yê Partiya Demokrata Kurdistan -Sûriya Said Omer nameyek bi boneya Cejina Remezanê belav kir:

Bi helkefta Cejina Remezana pîroz Sala 2020 Z
Her di van rojên herî sext , zehmet ,dijwar û taybet de .
Ez Cejina hewe yên hêja û qedir giran û Malbatên hewe pîroz dikim .

Û Cejina Malbatên Şehîdên Kurd û Kurdistanê û hemî pêşmergeyên dilêr û qehreman û malbatên wan jî pîroz dikim .
Her wisa Cejina Serokê Xweştîvî û hemî gelê Kurd û Kurdistanê li her çar parçên Kurdistanê û li Cîhanê tevahî pîroz dikim .
Hêviya ku hemî rojên hewe yên hêja û bi rûmet kêf , xweşî , şahî û Cejin bin .

Bê guman tenduristiyeka zor baş û dûr ji giş êş , azar , derd û nexweşiyan be. bi taybetî nexweşî û Vayrosa Korona ya mal xiraker .
Ji bo we her tim serkeftinê dixwazim .
Ji bo Welat her tim aştiyê dixwazim.
Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê her tim azadiyê dixwazim.
Ji bo me hemiyan her tim Aştiyê û Aramiyê dixwazim.
Dubare ez Cejina Remezana pîroz li we hemiyan pîroz dikim.
Hêviya jiyek dirêj û jiyanek xweş û bextewer bo we dixwazim.
Di gel rêz û silavên herî taybet.

Said Omer
24 - 5 - 2020