Brîtanya: Kurdistan û aramiya Kurdistanê bo me girînge

Brîtanya: Kurdistan û aramiya Kurdistanê bo me girînge

PDK-S: Roja Duşemê 07. 09. 2022, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanî ya bi Serokatiya Şêwirmendê bilind yê leşkerî yê Brîtanî yê bo karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê birêz Marşal Sammy Sampson kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Şahnişîna Yekgirtî kir.

Di mijareke din ya civînê de ku, Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li herêma Kurdistanê birêz David Hunt jî têde beşdar bû, reformên wezareta pêşmerge, rûbirû bûna metirsiyên komên terrorist û girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftinnameya Şingalê hatin nirxandin.