PDK-Sê pîrozbahiya serok Mesûd Barzanî û PDKê kir

PDK-Sê pîrozbahiya serok Mesûd Barzanî û PDKê kir

PDK-S: Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bi helkefta salroja jidayikbûna Serok Mesûd Barzanî û damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Barzanî kir.

Di peyama pîrozbahiyê de, PDK-Sê pîozbahî arasteyî Serok Mesûd Barzanî, serkirdayetî, endam û alîgirên PDKê kir ,û hêviya serkeftinê bo gelê Kurdistanê xwest, herweha hêviya bidestxistina destkeftan li ser tevaya astan bi helkefta herdu helkeftan xwest.

PDK-Sê di peyam pîrozbahiyê de got ku Kurdistan bi xwîna Şehîdan hatiye avdan, rizgarkirin û parastin, û ev pêşketina ku niha li Kurdistanê heye bi sedema siyaseta we ya hişmendî û durist di rêvebirina Herêma Kurdistanê de ye.

PDK-Sê got jî ku helwêsta we ya piştevan ji bo gelê kurd li tevaya parçeyên kurdistanê cihê şnaziyê ye.