PDK-Sê: Em ê li ser prensîpên dibistana kurdayetî û rêbaza Barzanî de berdewam bikin

PDK-Sê: Em ê li ser prensîpên dibistana kurdayetî û rêbaza Barzanî de berdewam bikin

PDK-S: Di salvegera 61ê ya despêkirina şoreşa Îlûna pîroz de ya ku bi fermandarî û rêbertiya Barzaniyê nemir bû, Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya nameyek arestey serok Mesûd Barzanî, serkirdayetî, endam û kadirên Partiya Demoqratî Kurdistanê PDKê kir, tê de pîrozbahiyên germ bi navê komîta navendî ya PDK-Sê, heval û alîgirîn wê, di vê roja pîroz û berçav di dîroka kurdî de pêşkêş kirin.

PDK-Sê di nameya xwe de gotiye: Rêber Barzaniyê nemir di bicîkirin têgehên şoreşa Îlûnê de bi ser ket, vîna xwe ji ruhê berxwedana pêşmergeyên Kurdistanê bir, bi her karîn û şiyanekê kar kir ku rewatiya gel bilind bihêle, hişt ku ew şoreş bibe şoreşek ji hemû Kurdistaniyan re, bi wê yekê jî şoreşa Îlûnê di serdema niha de, yek ji nîşanên herî bilind ji her serkeftinekê, ku kurdan bi dest xwe xistiye, cihê xwe digire.

PDK-S herweha da zanîn ku şoreşa Îlûnê her çîn û pêkhateyek li xwe girtin, li dora şoreşê kom bûn, bi hezaran ji ciwanên Kurdistanê tevlî bûn, ji ber ku şoreşek bû hemû wate û nirxên wefadarî û sozdariyê ji bo berjewendiyên bilind ên gelê kurd tê de hebûn, û bû rûpelek herî bironî, di dîroka gelê kurd de, ya ku ji bo serbestî û azdiyê tekoşîn û xebat dikirin, bi saya vê şoreşê kurdan serkeftin û deskeftiyên mezin li ser her astekê bi dest xwe ve xistin weke rêkeftina 11ê Adara 1970î de, ku dan bi otonomiyekê ji kurdan hat kirin, û di destûra Iraqê de di wê demê hat nivîsandin û çespandin.

PDK-Sê ameje pê kir ku ew di baweriyê de ne ku emanet û prensîpên şoreşa Îlûnê di destê wefadar birêz serokê Mesûd Barzaniyê de ye, niha Kurdistanê bûye qublet û berêdana her Kurdistanyekî , Hewlêr jî bûye cihê xwelêgirtina cîhanî bi taybet aliyên Iraqî, nexasim di dema milmilanî, girjî û nakokiyan de, berê xwe didin Hewlêra paytext û bi rêzdarî guh li şîret û gotinên serok di dîtina çareseriyan digirin.

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya careke din di nameya xwe de pîrozbahî pêşkêş kirin û silavên germ ji rêberê şoreşa Îlûnê Barzaniyê nemir, ruhê pakrewanên şoreşê û pêşmergeyên leheng û qehreman re şandin, ragihand ku ew ê li ser prensîpên dibistana kurdayetî û rêbaza ku li ser destê Barzaniyê nemir bingeh û stûn jê re hatine danîn, kar û xebatê xwe Berdewam bikin.