PDK-Sê li welatê Nemsa Semînarek li dar xist

PDK-Sê li welatê Nemsa Semînarek li dar xist

PDK-S: Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya PDK-Sê , li welatê Nemsayê semînarek li dar xist.

Rja Yekşemê 18.01. 2020, serokê nûneratiya Ewropa ya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û endamê komîta navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya PDK-Sê li welatê Nemsayê semînarek ji bo rêxistina partiyê li baregeha rêxistinî li paytexta Nemsa Viyêna li darxist û têde rewşa siyasî û dawîn pêşhateyên siyasî û leşkerî li Sûriyê, û Kurdistana Sûriyê şirove kir .

Herweha bal kişand li ser gera vê dawiyê ya desteya serokatiya ENKSê ji bo Tirkiyê û civînên wê di gel şandiyê serokê Amerîkî yê taybet bo Sûriyê Cêmis Cêfrî û civînên Hevpeymaniya Niştîmanî ya hêzên şoreşê û Opozisyona Sûriyê re .