ENKSê li Rojavayê Qamişlo civiya

ENKSê  li Rojavayê Qamişlo civiya

PDK-S: Roja Înê 23. 09. 2022, civîna rêxistinî ya şaxên encûmena xwecehî ya ENKSê li rojavayê Qamişlo hat li darxistin .

Di civîna xwecehiya ENKSê de gelek mijar hatine behiskirin, û gotûbêjiyên berfereh li ser rewşa jiyanê û zihmetiyên wê û biryara qedexekirina xwendinê li peymange û dibistanên taybet û bandora wê biryarê li ser xwendevanên kurd û bê parkirina wan ji fêrbûn û û xwendinê û wendakirina pêşeroja hezaran ji xwendevan û ciwanên kurd hate kirin.

Herweha mijara kuştina hovane ya keça kurd Jîna Emînî li rojhelatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma dîktatora Îranê ve û karvedana tawanê li cadeya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û Kurdistanê bi giştî beşekî dinê mijarên civîna xwecehiya Encûmana Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li Rojavayê Qamişlo bû .