Bereya Aştî û Azadiyê Daxuyaniyek ji bo piştevaniya xwepêşandina Xwendevana derxist

Bereya Aştî û Azadiyê Daxuyaniyek ji bo piştevaniya xwepêşandina Xwendevana derxist

PDK-S: Ji bo piştevaniya xwepêşandana xwendevan û civaka sivîl , Bereya Aştî û Azadiyê daxuyaniyek belav kir .

Di daxuyaniya Bereya Aştî û Azadiyê de weha hatiye di gel girtina dergehên dibistan û peymangehên taybet û piştî derxistina rêveberiya PYDê biryara neberpirs , ya ku ziyan gehandiye dehên hezaran ji xwendevanan di qonaxên cêawaz yên fêrbonê û perwerdeyê de û pê parkirina wan ji sadetirîn mafên wan li gor, ku di yasayên Neteweyên Yekgirtî de hatine, ew jî azadiya xwendinê ye û heta weko qonaxa zanîgehê jî li xwe digire .

Her di daxuyaniya desteya serkirdayetiya Bereya Aştî û Azadiyê de hatiye , em bi tundî biryara rêveberiya PYDê derbarê girtina dibistan û peymangehên taybet de red dikin û piştevaniya xwe ji bo xwepêşandana xwendevanan ji bo hilweşandina vê biryarê dikin û daxwaza vekirina dibistan û peymangeha û vegera bo mêzê xwendinê dkin.