Rewangeha Sûriyê : 182 sivîl ji ber paşmayên şer canê xwe ji dest dane

Rewangeha Sûriyê : 182 sivîl ji ber paşmayên şer canê xwe ji dest dane

PDK-S: Bi sedema teqîna bombe û maynên çandî ji paşmayên şer li deverên cuda cuda li Sûriyê rojane welatiyên sivîl, ku zarok û jin jî di nav wande hene navbera kuştî û birîndar dibine qurbanî.

Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragehand, ku li nêzî bajarokê Tiftenaz gundewarê Idilbê di encama teqîna bombeyeke çandî de zarokek bi giranî birîndarbû.

Li gorî amara rewangehê bi vê yekê hejmara qurbaniyên paşmayên şer ji destpêka îsal ve û ta niha gihiştiye 182 kesan ku 93 ji wan zarokin .