Domîz... PDK-Sê Semînarek li dar xist

Domîz... PDK-Sê Semînarek li dar xist

PDK-S: Roja Înê 30 .09 . 2022, rêxistina Domîz ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê semînareke siyasî û rêxistinî li hola şehîd Nesredîn Birhik di ofîsa partiyê de li darxist.

Semînar ji aliyê Mihemed Elî endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û berpirsyarê rêxistina Domîz ya PDK-Sê hate bi rêvebirin, û li ser rewşa siyasî bi giştî û Navdewletî û bandora wê li ser pirsa kurdî bi giştî û rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê bi taybetî û helwêstên dewletên zilhêz derbarê Sûriyê de kir.

Herweha serkirdeyê PDK-Sê behsa siyasetên şaş yên PYDê û êş û azarên ku kurdên Sûriyê li ser destên PYDê dibînin kir.

Herweha rewşa rêxistinî ya partiyê li Domîzê beşekî din ji bernameye semînarê bû.