Hejmarek penaberên Sûrî li Lubnanê hatin girtin

Hejmarek penaberên Sûrî li Lubnanê hatin girtin

PDK-S: Hejmarek penaberên Sûrî yên li Lubnanê hatin girtin.

Malpera MTV ragehand, ku roja Pênşema borî 11 Nîsanê bihtirî 20 penaberên Sûrî li navçeneyên cora cor yên Lubnanê ji aliyê hêzên Lubnanî ve hatine girtin.

Her li gorî wê malperê, ku hêzên Lubnanê avêtin ser kampên Sûriyan li navçeya Dêr Elehmer û 15 penaber girtin, herweha li gundên navçeya Zexirta 11 penaber ku biqaçaxî derbasî Lubnanê bûn hatin girtin.

Li gorî mîdyane Lubnanî belavkirine, ku sedema wê girtinê vedgere nepabendiya wan penaberan ji mercên niştecîbûnê û nebûna kaxezên fermî li cem wan penaberan.