Siwîsra.. PDK-Sê 34mîn salvegera koçbarkirina xebatkar Dr. Nûredîn Zaza vejand

Siwîsra.. PDK-Sê 34mîn salvegera koçbarkirina xebatkar Dr. Nûredîn Zaza vejand

PDK-S: Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê salvegera yek ji damezrêner û yekem serokê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê D. Nûredîn Zaza li ser gora wî li bajarê Lozan yê Siwîsra vejandin.

Roja Yekşemê 09. 10. 2022, bi amadebûna serkirde, endam, alîgirên PDK-Sê, û rewşenbîrên kurd û hevjîna D. Nûredîn Zaza, salvegera 34an ya D. Nûredîn Zaza li ser gora wî li bajarê Lozan li hate vejandin .

Gotina Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ji aliyê Mustefa Cum'e endamê polîtbîroya PDK-Sê hate pêşkêşkirin, di heman demê de, Nafeh Beyro gotina rêxistina Ewropa ya PDK-Sê ji aliyê endamê polîtbîroya PDK-Sê ve hate pêşkêşkirin, û gotina malbatê ji aliyê Kilbêrt Zaza ve hate pêşkêşkirin , herweha gotinek ji aliyê hunermend Miço Kendeş ve hate pêşkêşkirin.