Seîd Omer: Em spasiya Herêma Kurdistanê dikin ku bi hawara malbatên qurbaniyên Kobanê ve hat

Seîd Omer: Em spasiya Herêma Kurdistanê dikin ku bi hawara malbatên qurbaniyên Kobanê ve hat

PDK-S: Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya îro 20 Cotmeha 2022yan, spasiya Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser biryardana veguhestina termên ciwanên kurd ji Cezayirê bo Herêma Kurdistanê û dana têçûna veguhestinê, kir.

Seîd Omer, berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ji ARKê re gor: Piştî banga me ji serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo veguherstina termên ciwanên kurd ji Cezyêrê bo Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî li ser veguhestinê erê kir, têçûn û hemû rêkaran li xwe girtin.

Beriya çend rojan belemek di deryaya Cezayirê de bin av bûbû, ta niha 12 term hatine dîtin, piraniya wan ji şêniyên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ne, Biryar e bo zêdên xwe bi xakê werin spartin.