Serok Barzanî pîrozbayî li jinên Kurdistanê dike

Serok Barzanî pîrozbayî li jinên Kurdistanê dike

Serok Barzanî pîrozbayî li jinên Kurdistanê dike
Îro 70mîn salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê ye.

Bi minasebeta 70mîn salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka peyamê ye:

Bi navê xwedê mezin

Birêz Sekreter, endamên mekteba sekretariyeta yekîtiya jinên Kurdistanê

Bi minasebeta 70mîn salvegera damezrandina yekîtiya we, ( yekîtiya jinên Kurdistanê) pîrozbayî gerim pêşkêşî, we, tevahiya endamên yekîtiya têkoşer ya we û tevahiya jinên Kurdistanê dikim.

Yekîtiya jinên Kurdistanê yek ji destkeftên here girîng ya şoreşa mezin ya Îlonê û amrazeke girîng û bibandor bû bo pêgehandin û hişiyar kirina jinên Kurdistanê û berfiretir kirina beşdariya wan di jiyana siyasî û xebata gelê Kurdistanê û di vê warî de jî yekîtiya jinên Kurdistanê gelek xebat kirin û qurbaniyên zêde jî daye.

Di pêvajoya niha de jî erkê we di warê hişmendiya nîştimanî û pêgehandina jinan û berevanî kirin ji mafên medenî û siyasî yên jinan gelek girînge û lazime di çarçoveya beşdariya çalak ya jinan di jiyana giştî ya civaka Kurdistanê de be, dilniyam ku, yekîtiya jinên Kurdistanê her wek pêvajoyên berê yên xebata xwe, di pêşerojê de jî roleka xwe ya girîng û pêşeng bo pêşde birina doza reva ya gelê me û berevanî kirin ji maf û daxwazên jinan dilîze.

Hêviya serkeftinê bo dixwazim

Mesrûr Barzanî

11/12/2022