Şandeka serkirdayetiya PDK-Sê serdana baregehê Rêxistina Asûriya Dimukratî kir

Şandeka serkirdayetiya PDK-Sê serdana baregehê Rêxistina Asûriya Dimukratî kir

PDK-S: Şandeke Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê serdana baregeha rêxistina Asûriya Dîmukratî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Bi helkefta hatina serê sala nû û jidaykbûna hezreta Mesîh , şandeke Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê bi serkatiya Mihemed Ismaîl berpirsê rêvebir yê polîtbîroya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û endamtiya Mihemed Seîd Wadî û Nafh Ebdule û Hesen Remzî endamên komîteya navendî ya PDK-Sê serdana baregeha rêxistina Asûriya Dîmukratî li bajarê Qamişlo kirin.

Şanda PDK-Sê ji aliyê Kebryêl Mûşê Kewriyê berpirsyarê ofîsa peywendiyan ya rêxistina Asûriya Dîmukratî, û Gebro Romanos û Qiryaqis Kewriyê pêşwazî lê hate kirin.
Di civînê de herdu aliyan dawîn pêşveçûnên Sûriya gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya ektîvkirina rola Bereya Aştî û Azadiyê li ser asta navxoyî û derve kirin.

Herweha tekezî li ser giringiya berdewambûna hemahenegiyê li ser tevaya astan kirin.