9 sal ser şehîdbûna xebatkar Ebdulkerîm Mehmûd derbas dibe

9 sal ser şehîdbûna xebatkar Ebdulkerîm Mehmûd derbas dibe

PDK-S: Di 2yê Berçileya 2023yan, 9 sal ser şehîdbûna xebatkar Ebdulkerîm Mehmûd bavê Yalmaz endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, û endamê taxa Zorava ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Şama paytexta Sûriyê re derbas dibin, ku di bin eşkenceyê, li zîndanên rêjîma Esed de jiyana xwe ji dest, û şehîd bû.

Kurtejiyan
Xebatkar Ebdulkerîm Mehmûd bavê Yalmaz bi tometên endamtiya partiyeke qedexekirî, û nerewa û biçekirina ciwanên kurd li taxa Zorava ya Şama paytext, ku ew tax piraniya neşteciyên wê kurd in hate zîndankirin, piştî du salan ji girtinê ji aliyê rêjîma Esed ve û ji ber ku rastî lêdan û eşkenceyê hat, jiyana xwe ji dest da, û şehîd bû.

Xebatkar Ebdulkerîm Mehmûd bavê Yalmaz, yek ji niştîmanperwer û welatparêzên kurdên Rojavayê Kurdistanê bû, bi dilsozî xizmeta doza gelê xwe dikir, di gelek mangirtin û xwepêşandanên dijî rêjîma Sûriyê de beşdarî kiriye. Yek ji endamên komîta amedekarên xwepêşandana li pêş Qesra Esed 1986an de bû, her weha yek ji endamên koma Kawa ya çand û hunerî bû. Ji ber çalakiyên wî yên siyasî, civakî û çand û hunerî di newrozan, û helkeftên kurdî de, rastî gelek astengiyan dihat, û dihate zîndankirin, lêpirisîn û vekolîn pê re dihat kirin.

Piştî çalakî û liv û tevgera wî yên berçav, bû armanca rêjîma Esed, di 21ê Tîmreha 2014an ji aliyê ewlekariya rêjîma Esed ve dema girtin ser mala wî, hat binçavkirin, û tometên wî heman tometên ku rêjîma Esed arastey hemû girtiyên xwe yên siyasî dikirin, bû.

Ji bo çend heyvan li şaxên ewlekariya rêjîmê de ma, pişt re ji bo zîndana Edra ya navendî li bajarê Şamê hate veguhestin, û di wê derê de, ji aliyê sêxûriya rêjîma Sûriyê rastî lêdan, eşkenceyê, û stemkariyê hat.

Xebatkar Ebdulkerîm Mehmûd ji şêniyên gundê Kengelo yê devera Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, û nişteciyê taxa Zorava ya Şamê bû. li Şama paytexta Sûriyê bi xakê hate spartin.
1