Dêrik.. Xwecehiya ENKSê civîna xwe ya asayî li dar xist

Dêrik.. Xwecehiya ENKSê civîna xwe ya asayî li dar xist

PDK-S: Roja Duşemê 02. 01. 2023, Xwecehiya Dêrkê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî civîna xwe ya asayî li darxist.

Di civînê de, li ser dawîn pêşhateyên siyasî bi giştî û bi taybet li ser civîna sê alî ya di navbera Rûsya, Tirkiya, û rêjîma Sûrî de, encam dayî , herweha li ser rola encûmenên xwecehî di nav cemawerê kurd de, hate rawestandin , di heman demê de, revandina Hisên Silêman endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û Bilind Mela Isma'îl endamê komîta herêmî ya partî şermezar kirin.