7 sal in Pêşmerge Selah Hiso Şehîd e

7 sal in Pêşmerge Selah Hiso Şehîd e

PDK-S: Îro 5ê Çileya 2023yan, 7 sal ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Selah Mihemed Seîd re derbas dibin.

Şehîdê Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Selah Mihemed Seîd beriya 7 salan di rojeke weke îro de, di 5/1/2016an di dema di erkê xwe de bû li parêzgeha Duhokê, rastî bûyereke hatûçûnê hat, di encam de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Pêşmergeyê Leşkerê Roj Selah Mihemed Seîd ji şêniyên gundê Hesendêra yê navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye. Li goristana Kesnezan ya Hewlêra paytext bi xak hat spartin.