118 sal li ser jidayîkbûna xebatkar Osman Sebrî re derbas dibin

118 sal li ser jidayîkbûna xebatkar Osman Sebrî re derbas dibin

PDK-S: Îro 118 sal li ser jidayîkbûna xebatkar Osman Sebrî re derbas dibin.

Xebatkarê Kurd Osman Sebrî di 5ê Çileya sala 1905an de li gundê Adyaman li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, yek ji damezrênerên Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê ye di sala 1957an de ku niha navê wê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ye.

Ji malbateke niştîmanperwer e ku ew û malbata xwe di şoreşa Şêx Se'îdê Pîran de beşdar bûn, û çend caran hatiye girtin ji ber kar û xebata wî di ber doza kurdî de.

Osman Sebrî li kêlek kar û xebata wî di ber doza kurdî de nivîskar û helbestvan bû.

Di 11 Cotmeha 1993yan de li Şama paytexta Sûriyê koça xwe ya dawî kir.