Di heyama 24 demjimêran de, 6 zarok bûne qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê

Di heyama 24 demjimêran de, 6 zarok bûne qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê

PDK-S: Di heyama 24 demjimêran de , bi sedema teqîna paşmayên şer 6 zarok li navçeyên cuda cuda li Sûriyê bûne qurbanî .

Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragihand , ku di heyama 24 demjimêrên bûrî de , di encama teqîna mayîn û bombeyên çandî ji paşmayên şer li navçeyên cuda cuda li Sûriyê 2 zarokan canê xwe ji dest dan , û 4 zarokên din jî bi giranî birîndarbûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li gorî amara rewangehê bi vê yekê hejmara qurbaniyên paşmayên şer ji destpêka îsal ve û ta niha gihiştiye 14 kesan ji wan 10 zarokin serbarî birîndarbûna 19 kesên din ji wê hejmarê 12 zarok û 30 jinin.