Serok Barzanî li gel balyozê Çînê civiya

Serok Barzanî li gel balyozê Çînê civiya

PDK-S: Balyozê Çînê jiber serkeftina kongreya 14an pîrozbayî li Serok Barzanî kir.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Çînê yê li Îraqê Cui Wei û şandeke pê re kir.

Di civînê de şanda mêwan jiber serkeftina kongreya 14an ya partiya demorkata Kurdistanê pîrozbayî li Serok Barzanî kir û pîrozbayî jî li Cîgirên Serokê PDK û Serokatiya PDKê kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest.

Şanda mêwan rêzdariya xwe ya li hember têkiliyên baş û bihêz û kevnar yên di navbera her du aliyan de li ser esasê rêzgirtina hevbeş diyar kir.

Şanda mêwan herwiha daxwaza pêbendiyê bo cîhbicîh kirina ev karnameyê kir ku, di navbera hikûmeta herêm û hikûmeta federalî de li ser rêkeftin hatiye kirin bo dabîn kirina aştî û aramî.