Rêxistina Elmaniya ya PDK-Sê civîna xwe ya asayî li dar xist

Rêxistina Elmaniya ya PDK-Sê civîna xwe ya asayî li dar xist

PDK-S: Li bajarê Dortmond, şaxê 3 yê rêxistina Elmaniya ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê civiya.

Di civînê de, serpiriştê şax û berpirsê rêxistinê Nafeh Beyro endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê amadebû.

behsa karê rêxistinên Revenda Kurdî û pêşkêşkirina xizmetgwizariyan û dawîn pêşhateyên, siyasî li Rojavayê Kurdistanê û deverê hate kirin.

Herweha şaxê 4 yê rêxistina Elmaniya ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê civîna xwe ya asayî lidarxist têde behsa karê rêxistinî û rewşa her yek ji bajarên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê kirin.

li bajarê Boxom li Elmaniya bi amadebûna serpiristê şaxê 4 yê rêxistina Elmaniya ya Partî Fêsel Ne'so endamê komîta navendî ya PDK-Sê û endamên şax, civîna xwe ya normal lidarxistin û behsa civîna meha Çileyê ya endamên komîta navendî ya PDK-Sê û biryarên hatin standin kirin herweha behsa karê rêxistinî û rewşa Rojavayê Kurdistanê bi taybetî devera Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û Kobanê û binpêkirinên girûpên çekdar hate kirin.