Hevpeymaniya Niştîmanî: Biryara dirêjkirina mîkanîzmeya alîkariyên mirovî bo Sûriyê dê alîkariya melyonan ji xelkê Sîriyê bike

Hevpeymaniya Niştîmanî: Biryara dirêjkirina mîkanîzmeya alîkariyên mirovî bo Sûriyê dê alîkariya melyonan ji xelkê Sîriyê bike

PDK-S: Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê berpirsyaretiya civaka Navdewletî û Netewên Yekgirtî di ber pêwîstiya dûrxistina doseya mirovî ji siyasetê kir.

Hevpeymaniya Niştîmanî di daxuyaniyekê de, got ku biryara Encûmena Ewlehî ya dirêjkirina mîkanîzmeya alîkarIyên mirovî bo Sûriyê bo 6 mehan dê alîkariya bi melyonan ji gelê Sûriyê bike .

Herweha agadarî ji gihiştina alîkariyan bo rêjîma Sûriyê da ji ber ku rêjîma Sûriyê dê wan alîkariyan li dijî gelê Sûriyê bikarbîne.

Û serbarkir, ku doseya Sûriyê doseyeke siyasî ye û dibe kar were kirin da ku êşên gelê wê bidawî were û veguhestina siyasî li gorî biryara 2254 were cîbicîkirin.