Şandeke ENKSê beşdarî di ahengên sersala Babilî Aşûrî de kir

Şandeke ENKSê beşdarî di ahengên sersala Babilî Aşûrî de kir

PDK_S: Şandek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê duh 1ê Nîsana 2023yan beşdarî di ahengên sersala Aşûrî Babilî ku bi Akîto naskirî ye, li Rojavayê Kirdistanê de kir.

Ahengên sersala Aşûrî Babilî li gudnê Gir Şêran yê Tirbespiyê li gundewarê Qamişlo yê Rojavayê Kirdistanê bi rê ve çû.

Di vê derbarê de Mihemed Ismaîl endamê Desteya Serokatiya ENKSê li ser torên civakî di rûpela xwe de got: Bi mebesta bihêzkirina çanda biratî û pêkvejiyanê me beşdarî di ahengên sersala Aşûrî Babilî li Rojavayê Kirdistanê de kir.

Aheng ji aliyê rêxistin, partî û aliyên Aşûrî û Siryanî ve bi rê ve çûbû.