Xalid Elî: QSDê nûneratiya kurdan nake û parastina Herêma Kurdistanê li ser her aliyekî erk e

Xalid Elî: QSDê nûneratiya kurdan nake û parastina Herêma Kurdistanê li ser her aliyekî erk e

PDK-S: Berpirsê Ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Herêma Kurdistanê, îro 8ê Nîsana 2023yan ragihand ku Hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê, nûeratiya kurdên Rojavayê Kurdistanê nake, û parastina aramî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê, li ser hemû aliyekî Kurdistanî erk e, divê tu aliyek destêwerdanê di karûbarên hundirîn ya Herêma Kurdistanê de neke.

Xalid Elî, Berpirsê Ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Herêma Kurdistanê ji kenala Kurdistan 24 re da zanîn ku QSD beşeke leşkerî ji aliyeke siyasî li Rojavayê Kurdistanê re ye, û nûneratiya hemû pêkhateyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê nake.

Elî, anî ziman ku ji despêka şoreşa Sûriyê, li gorî rêkeftinekê navbera Mam Celal, Qendîl û sêxuriya rêjîma Sûriya de ku li Silêmaniyê hat îmzekirin, hêzên bi navê YPGê hate damezrandin, piştre bû QSDê, mebest jê têkdana şoreşa Sûriyê û parastina rêjîma Esed ji hilweşandinê bû.

Xalid Elî tekez kir ku belge li ser vê axaftinê hene ka ji bo çi hatin damezrandin û çi ejinde bi cî kirin, û da ku berjewendiyên rêjîma Esed biparêzin, dest bi terorkirina siyasetmedar, çalakvan û şoreşgeran kir, bi erkê ku bi wan hatiye spartin bi ser ketin û beşdariya kurdan ji şoreşa Sûriyê nehiştin.

Derbarê şerê DAIŞê, Xalid Elî, Berpirsê Ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Herêma Kurdistanê got ku QSDê ji Emerîka re li hember pereyan şer kir û dixwaze bibe beşek ji artêşa rêjîma Esed, lê rêjîm red dike, bi tenê danpêdanê bi rêkeftina li Silêmaniyê hatiye îmzekirin dike.

Got jî ku PYDê jî tu xemekê bo doza kurdî nake, lê berûvajî kar bo dijayetiya dozê dike, ew jî xwe nabîne kurd, yek ji armancên serekî ji diyaloga navbera PYDê û Encûman Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ew bû ku nûneratiyeke rasteqîne bo kurdan li Rojavayê Kurdistanê hebe, lê nehiştin bi ser bikeve.

Li ser destêwerdana PKKê û QSDê bo karûbarên Herêma Kurdistanê, amaje kir ku şerê qewereya herêmê dikin, ku ew herêma li kurdan parêzvan e, ji her beşekî Kurdistanê xemxwar e, rizgarkirina Kobanê ji aliyê Pêşmergeyan ve, ji şerê DAIŞê nimûneya berçav e, berûvajî li Şengalê ji bilî têkdanê nakin û deskeftên Kurdustanê ji nav dibin.

Xalid Elî, Berpirsê Ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Herêma Kurdistanê di dawiya gotina xwe de got ku ji bo parastina aramî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê, erk e li ser hemû aliyekî Kurdistanî karekî cidî bikin, û tu aliyek destêwerdanê neke.