Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Qiyameyê
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Qiyameyê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.
Hêvîdarim ev helkeft bibê sedema bihêztirbûna birayetî û tebayî ya di navbera hemû neteweyan û şûnketiyên hemû olên navçeya me.
Li vê helkeftê de hêviya aştî û bextewerî û şadiyê ji bo hemû xûşk û birayên Krîstiyanan dixwazim.
Cejna we pîroz û bimînin li xêr û xweşiyê da.
Mesûd Barzanî
08ê Nîsana 2023