19mîn salvegera şehîdbûna Ferhad Sebrî li Qamişlo hat vejandin

19mîn salvegera şehîdbûna Ferhad Sebrî li Qamişlo hat vejandin

PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, salvegera şehîdbûna Ferhad Sebrî hat vejandin.

Bi amadebûna Endamên serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKS û Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-S, salvegera 19an ya şehîdbûna Ferhad Mihemed Sebrî yek ji şehîdên Serhildana 12 Adarê, hate vejandin.

Ferhad Mihemed Serbî ye, kurê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, piştî beşdarî di Raperîna 12 Adara 2004an de kir, ji aliyê rêjîma Esed ve hat girtin û di bin eşkenceyê de di 8ê Nîsana 2004an de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Di merasîmên vehandinê de gotar hatin xwendin û kiryarên rêjîma Esed hatin şermezarkirin û riswakirin.