Ji Civînên Nûr Elsultan daxuyaniyek derket

Ji Civînên Nûr Elsultan daxuyaniyek derket

PDK-S: Piştî bidawîhatina civînên Astana derbarê Sûriyê, ku roja 24, 25 .04 .2019, hatin lidarxistin, daxuyaniyek hevbeş ji aliyê welatên gerentor ve derket, ku ji çarde xalan pêk tê.

Di xala çaran de hatiye, ku beşdarbûyan li ser rawêjkarên xwe derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê li hevkirine herweha tekezî li ser wê yekê kirine, ku ewlehî bi rêya rêzgirtinê li serweriya Sûriyê û silametiya xaka wê peyda dibe.

Di daxuyaniyê de herweha hatiye, ku beşdarbûyan behsa bilezkirina kar ji bo destpêkirina komîteya destûrî ya Sûriyê di nêzîktirîn dem de li gorî biryarên kongirê Soçî kiriye , û biryar dan ku gera bê ya civînên Astanayê di Tebaxa 2019an were lidarxistin.